15 Nisan 2010 Perşembe

lîstikén sî yan...

guhén xwe bidin min û baldar bin çîrokbéjan mezin . ev koletî hané ne di waré mitolojîyan ne jî di waré olan de nehatiye jiyandin . ev koletî di ser kevirén kevn jî nehatiye nivîsîn . di bin waré sîyan dihat kirin . paradokse kî mezin bû . mezin bûna wî ji vir dihat ; ji bo azadîye tiréj péwîst bû lé sî jî bi hebûna tiréj ava dibû û lîstik destpedikir . lîstikvanén me ; tarî , dudilî , giyan û evîn...

giyan penaber bû . bénavber jibona bedenekî aram digeriya . ji destpeka mirovahîye heta roja îro giyan digere û hercar bedenén rizîyayî dibe para giyané . giyan hertim tenébû . tî bûbû ji evîne re . evîn di riya tarîyén ku giyan winda dibû lé dima . evîn bi jiyané re xeyîdî bû . nedixwest kû derkeve peşberî giyané . evîn bétevger û béwext benda tiştekî bû . temené evîn ji ya giyané direjtir bû . lé giyan wî nizanibû .

- ey evîn ! di vé tariyé de ku ez rengén çavén xwe nizanim , laşe xwe nasnakim . lé ez te ; peyvén te yén ku wekî agiré dojehé ye min dişewitîne dinasim . were cem min . min tené nehéle .

evîn di wé qerîn û hawara giyan guhe xwe girtibû . meh derbas bû , sal borîn . rewşa giyané pirtir xirab bû . ne xweşikbûna xwezayé bala wî dikîşand , ne jî behnén curbecur û herî bedew hîs dikir . evîn di bin koletîya tarîya de nedixwest ku bi giyan re şad bibe . xeyal dikir , xeyalén evîné azad û bédawî bû . carnan ew û giyan di seré çiyaye kî mezin digihişt asîmanan de bidû yek . dixwest ku berbayén henik welaté xwe yé bésinor mezeke .

- ey giyané resen . min biborîne . heta azadî nekeve para min ez nave xwe bi hemû hestén re qedexe dikim . vegere , di jiyanekî azad de bedenekî ciwan bigere . ji xwe em hevûdu bibînin .

ev gotar negihiştibû guhé giyané . tarî di ziké xwe de veşartibû wan peyvan . hestén giyané aloz dibû . sî benda giyané bû . zanibû ku giyan bikeve nav lepén wî .

- giyan , bibe xwedî bedenekî ciwan . ve zilma hané ku tu li xwe dikî biqedîne . metirse , hertim ez bitere me bes heta roj hebe ez û te dibin yek .

giyan di nava dudilîye kî mezin de béhéz dibe . kanîya hemû ramanén wî diçikin û hişk dibin . wek stérke kî dibiriqe . dibe agir û geş dibe . tarî ye ku reş û gemar diçirîne . dibin ala azadîyé de evîné bédawî an dibin wargeha sîyan dawîbûna rojé de destpéka koletîyé ?...


''maraba balık''

Hiç yorum yok:

birleşin...

çıktı bir gün bir aydın sakalları arasında saklanmış ağzıyla konuştu işçilerle anlattı gerçeği dedi ben memnunum hâlimden ama üzüyor beni s...